yavru
Xuyakirin
Navdêr
[biguhêre]yavru
- çêle, bi gelemperî biçûkên jîndaran
- çêlî, guhertoyeke `çêle`yê
- çêlik, şîrînkirina û hê biçûkkirina peyva `çêle`yê
- têje, bi gelemperî biçûkên jîndaran lê hinekî wateya wê tehl e û bi zehfanî ji bo biçûkên lawiran ango ji ajalên dirinde re tê siviyandinê
- têjik, şîrînkirina û hê biçûkkirina peyva 'têje'yê
- çêjik, guhartoyeke têjik`ê
- cehş, biçûkên dewaran ango ajalên yeksim xasma jibo ker û hêstiran
- ciwanî, Her cûre biçûkên ajalan lê nemaze jibo çêleyên hespan
- cehşik, şîrînkirina û hê biçûkkirina peyva `cehş`ê
- ferx, çêleyên lawir û çêleyên mirîşkan û firindeyan
- ferxik: şîrînkirina û hê biçûkkirina peyva `têje`yê
- zarok, mindal, sebî, ewlad, sava, daman,dêl,nevî,nevîçirk,pit,pitik, dûnde: biçûkên mirovan
- xifş: çêleyên ask, xezal û mamizan, çêleyên kewalên dusim
- golik: çêleyên ga û mangayan
- berx: çêleyên pêz
- kar: çêleyên bizinan
- şelûf: çêleyên mirîşkan
- tûle, çêleyên seg û tajiyan
- cewr, çêleyên dêl û segan
- finik, şîrînkirina û hê biçûkkirina peyva `fin`ê
- fin, çêleyên hêstiran
- bod, çêleyên hêştiran
- bodik, şîrînkirina û hê biçûkkirina peyva `bod`ê