Here naverokê

Dîn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Remzên çend dînên îroyîn: di rêza jorîn de, xiristiyanî, cihûtî û hinduîzm; di rêza navîn de, îslam, budîzm, şîntoîzm; di rêza jêrîn de, sîkhîzm, dînê baha'î, jainîzm

Dîn an ayîn an jî ol, pergaleke baweriya bi Xweda yan xwedayan e. Di hemû dînan de xweda nînin lê ew dîn jî hin teoriyên bo çawan peydabûna û mirovan pêşkêş dikin.

Di cîhanê de dînên îbrahîmî (dînên birahîmî) anku xiristiyanî û îslam herî zêde belav bûne û alîgirên wan hene. Ew herdu dîn li ser yekxwedatiyê ava bûne û bingehê wan ji cihûtiyê ye.

Tê bawerkirin ku di nav kurdan de berê dînê serekî zerdeştîtî bû. Lê niha pirraniya kurdan misilman in. Herwiha nêzî milyonek kurdan êzidî ne.

Di dîroka mirovatiyê de gelek caran hewldanên yekitiya ol û dewletê hatine kirin. Di rewşên wiha de mirov behsa ola dewletê dike. Bi taybetî, olek (ola piraniyê) wekî ola sereke ya welêt tê hilbijartin. Zagon û rêgez bi awayê ku bi rêgezên olî re têkildar in têne guhertin an afirandin. Ev qanûn û qaîdeyên dewletê yên ku bi destê mirovan hatine çêkirin, dikarin bên guherandin, jêbirin an jî sererastkirin.

Di gelek rewşan de yekkirina dîn û dewletê dibe sedema pirsgirêkên civakî, ji ber ku ew hiyerarşiyek olan diafirîne. Pir caran dema ku ol ji bo armancên siyasî têne bikar anîn, endamên hindikahiyên olî yên din dibin hedefa kîn û tundiya endamên olên piraniyê.