meqes
Navdêr
[biguhêre]Zayenda mê ya binavkirî | ||
---|---|---|
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | meqes | meqes |
Îzafe | meqesa | meqesên |
Çemandî | meqesê | meqesan |
Nîşandera çemandî | wê meqesê | wan meqesan |
Bangkirin | meqesê | meqesino |
Zayenda mê ya nebinavkirî | ||
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | meqesek | meqesin |
Îzafe | meqeseke | meqesine |
Çemandî | meqesekê | meqesinan |
meqes mê
- amûrek pêbirînê ya du-dev e û dema devên wê digihin hev tiştî dibirin
- Yê din jî rahişt meqesê, ber bi nezaretê ve çû, da ku ji xwe re bîskê bi yê girtî bileyize û por û riha wî bide ber meqesan. — (Firat Cewerî, Girtî, Weşanên Nûdem, 1986)
Ji wêjeya klasîk
[biguhêre]- Ger we te divêtin bibirî ser bike ferman
Da vê se'etê ser bibirim xweş meqes im ez
Ser ta bi qedem ez bisojim şubhê Melayî — (Melayê Cizîrî, Dîwana Melayê Cizirî, ~1640)
Bi alfabeyên din
[biguhêre]Herwiha
[biguhêre]Hevmane
[biguhêre]Jê
[biguhêre]Etîmolojî
[biguhêre]Herwiha miqes, hevreha soranî مەقەس (meqes), ji erebî مقص (miqeṣṣ, meqeṣṣ), hevreha akadî meqaṣu (birreka qesaban), ji me- + q-ṣ-ṣ (birîn) ku herwiha serekaniya qusandin ya kurdî ye jî. Peyva erebî ketiye gelek zimanên din jî: tirkî makas, swahilî mkasi / mikasi, sirbî маказе (makazê), krowatî makaze... Li aliyekî din, قیچی (qeyçî) ya farisî û قهیچی (qeyçî) ya hin devokên soranî û kurdiya başûrî ji azerî hatine wergirtin: azerî qayçı, hevreha kîrgîzî кайчы (kayçı), kazaxî қайшы (qayşı), ozbekî qaychi, tirkmenistanî gaýçy... Eslê peyva zimanên tirkîkî dikare çînî be: 鉸剪, 铰剪 (gaau3 zin2), hevreha koreyî 가위 (gaawi). Peyva tirkîkî bi rêya farisî ketiye zimanên Pakistan û Hindistanê jî: urdûyî قینچی (qeynçî) û کینچی (keyņçî), hindî कैंची (keyṇçî), क़ैंची (qeyṇçî), bengalî কাঁচি (kaçî)...
Werger
[biguhêre]- Afrîkansî: skêr → af
- Almanî: Schere → de m
- Çekî: nůžky → cs
- Çînî: 剪刀 → zh, 剪子 → zh
- Danmarkî: saks → da
- Erebî: مقصّ → ar (miqess, meqess), ?مقراض → ar, ?مقص → ar
- Esperantoyî: tondilo → eo
- Farisî: قیچی → fa, قیچی → fa
- Fînî: sakset → fi
- Fransî: ciseaux → fr
- Frîsî: skjirre → fy
- Holendî: schaar → nl
- Îngilîzî: scissors → en, pair of scissors → en
- Îtalî: forbici → it
- Japonî: 鋏 → ja (はさみ, hasami)
- Katalanî: ganivet → ca, tisores → ca
- Latînî: axicia → la, bracchium → la
- Mecarî: olló → hu
- Norwecî: saks → no
- Polonî: nożyczki → pl
- Portugalî: tesoura → pt, tosquiadeira → pt, podadeira → pt
- Rusî: ножницы → ru (nójnîtsi)
- Sirananî: sesey → srn, sisey → srn
- Spanî: tijeras → es
- Swêdî: sax → sv
- Tirkî: makas → tr, sındı → tr