kakil
Bilêvkirin
[biguhêre]Navdêr
[biguhêre]Zayenda mê ya binavkirî | ||
---|---|---|
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | kakil | kakil |
Îzafe | kakila | kakilên |
Çemandî | kakilê | kakilan |
Nîşandera çemandî | wê kakilê | wan kakilan |
Bangkirin | kakilê | kakilino |
Zayenda mê ya nebinavkirî | ||
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | kakilek | kakilin |
Îzafe | kakileke | kakiline |
Çemandî | kakilekê | kakilinan |
kakil mê
- nava gûzan an tovikan û berhemên din yên wek wan
- kakila gûzê (beşa tê xwarin ya gûzê ya ku di qalikî de ye)
- (Biwêj) Min keça xwe bi kakila gûzê xweyî kir.
- ...wî bilûra xwe bi kakilên gûzan mist dida! — (Mehmed Uzun, Mirina Kalekî Rind, Weşanxana Orfeus, 1987)
- nava tiştekî
- (Nimûneyekê bide) (biguhêre)
- beşa giring ji tiştekî
- (Nimûneyekê bide) (biguhêre)
Bi alfabeyên din
[biguhêre]Bikaranîn
[biguhêre]Herwiha
[biguhêre]Bide ber
[biguhêre]Têkilî
[biguhêre]Binêre herwiha
[biguhêre]Qafiye
[biguhêre]Etîmolojî
[biguhêre]Peyveke hevbeş ya Kurdistanê û Kafkasyayê ye: kurmancî kakil, soranî کاکڵ / kakił, ermenî կակալ (kakal) û կակըլ (kakəl), lazî კაკალი (ḳaḳali), gurcî კაკალი (ḳaḳali) û mingrelî კაკალი (ḳaḳali). Ji ber ku ji bilî kurdî ev peyv di zimanên din yên îranî de nîne (کاکل /kakol/ anku "temerî" ya farisî bi maneyeke din e û ne ji eynî rehî ye) û ji ber ku ji bilî kurdî û ermenî ew di zimanên din yên hindûewropî de peyda nabe, texmînen ev peyv ji zimanên kartvelî ketiye kurdî û ermenî, bo nimûne ji lazî [Peyv?] yan ji gurcî [Peyv?].
Berhemên heyî li ser rehên peyvê ne hevdeng in:
Chyet vê peyvê tenê bi kurmancî, soranî û gurcî dide û ne piştrast e ka kîjan zimanî ew ji kîjan zimanî wergirtiye. Di çapa nû ya ferhengê de (ku li ber çapkirinê ye û me dîtiye), tiştekî nû li etîmolojiya vê peyvê zêde nekiriye.
Zimannasê ermen Łapʿançʿyan dibêje ku ermenî ev peyv ji zimanên kartvelî wergirtiye.
Çabolov peyva "kakil" bi peyva kakûle (kajîle, hêl, zerdeçal, kardamom) ve girê dide lê ev bi aşkereyî şaşî ye.
- Çavkanî
- Tsabolov, R. L., Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî ["Цаболов, Р. Л.: Эмцмолоƨцческцц̆ словарь курδскоƨо языка"], Moskova, 2001-2010, r. 512
- Chyet, Michael L. (2003): Kurdish-English Dictionary, Ferhenga Kurmancî-Inglîzî, Yale University Press, r. 295.
- Գրիգոր_Ղափանցյան: Հայոց լեզվի պատմություն [Grîgor Łapʿançʿyan: Dîroka zimanê ermenî] (bi ermenî), Êrîvan 1961.
Anagram
[biguhêre]Werger
[biguhêre]- Bulgarî: ядка → bg m (jadka)
- Çekî: jádro → cs nt
- Almanî: Kern → de n
- Erebî: نواة → ar
- Farisî: مغز گردو → fa
- Fînî: pähkinä → fi
- Fransî: amande → fr m, cerneau → fr n
- Gurcî: გული → ka (guli)
- Îngilîzî: kernel → en
- Îzlendî: kjarni → is n
- Îtalî: gheriglio → it n
- Maorî: karihi → mi, kiko → mi, kikokiko → mi
- Îngilîziya kevn: cyrnel → ang n
- Portugalî: miolo → pt n
- Rusî: ядро́ → ru nt (jadró), сердцеви́на → ru m (serdcevína)
- Gaelîka skotî: eitean → gd n
- Sorbiya jêrîn: jědro → dsb nt
- Spanî: almendra → es m, núcleo → es n
- Swêdî: kärna → sv
- Tirkî: çekirdek → tr, göbek → tr
- Yûnanî: πυρήνας → el n (pyrínas)
- Yidîşî: קערנדל → yi nt (kerndl)