Sentrozom
Pêkhateya Sentrozomê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Peyva sentrozom, ji peyvên centrum û sōma çêbûye. Bi Latînî centrum 'navend' + bi Yewnanî sōma 'laş' ê. Sentrozom di nav sîtoplazmayê de li nêzikê navîkê cih digire. Sentrozom endamokek bêparzûn e û ji du paran pêk tê, her parek wekî sentrîol tê navkirin. Ango sentrîolên di nav gilokên proteînên bêteşe (amorf) wekî sentrozom bi nav dibin. Her sentrîolek ji neh mîkrotubulên sêmendî(trîplet) çêbûyî ye. Ango her sentrîolek ji 27 mîkrobulan pêk tê.
Dema dabeşbûna xaneyê dest pê dike, di qonaxa înterfazê de, sentrozom duhende dibin. Her sentrîolek bi duhendebûnê sentrîolek nû çêdike, sentrîol a kevn bi navê mak, a nû jî bi navê keçik tê navkirin.
Erkê Sentrozomê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Sentrozom navenda organîzekirina mîkrotubulan e. Mîkrotubul di nav sîtoplazmayê de mîna tor belav dibin û di çêkirina peykerê xaneyê (cytoskeleton) de cîh digirin.
- Sentrozom ber bi dawiya dabeşbûna xaneyê de ji bo parvebûna sîtoplazmayê (sîtokînez) sinyal çêdike.
- Sentriola mak rîşik (cilium) û dûçik (flagellum) çêdike.
- Di dema dabeşbûna xaneyê de, mîkrotubul ji herdu cemserên xaneyê ji sentrozoman ber bi navenda xaneyê dirêj dibin.
- Di nav sîtoplazmayê de gurza mîkrotubulan wekî rîşê teşî (spindle fibers) tê navkirin. Rîşê teşî, kromotîn û kromozoman parve dikin.
Xaneyên karok û riwekên tovdar, bêsentrozom in. Xaneyên riwekên bispor (riwekên bêtov) û piraniya xaneyên ajalan di nav sîtoplazmaya xwe de cotek sentrîol dihewînin.
Dî laşê ajalan de xaneyên wekî xaneya masûlke, xaneya hêkê, xaneya demar, jî bêsentrozom in. Çi riwek be, çi ajal be, ku di çerxa jiyana wê de xaneyên bi dûçik an jî bi rîşik hebe, xaneyên wê zîndewerê bi sentrozom in.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- [1]
- [2] Girêdana arşîvê 2017-09-10 li ser Wayback Machine